kongress-knk
Nach einer Anfrage der KNK (Kongra Netewiya Kurdistan / Kurdischer Nationalkongress) hinsichtlich einer Stellungnahme zum geplanten kurdischen Nationalkongress, hat sich die KGD (Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.) in einem Brief wie folgt geäußert.
Der Kurdische Nationalkongress, der noch diesen Monat stattfinden soll, hat sehr hohen Stellenwert und daher ist das Treffen der kurdischen Parteien und Organisationen aus allen Teilen Kurdistans von besonderer Bedeutung und unterstützenswert.
Wir hoffen, dass dieser Kongress der Einheit des kurdischen Volkes förderlich wird und auch in Bezug auf die gefährliche Lage in Westkurdistan (Kurdistan-Syrien) wichtige Schritte unternommen werden.
Deshalb sagen wir: Serkeftin! Serkeftin ji bo gelê Kurd û Kurdistan!


Der Brief im Wortlaut:

„Gelî daner û beşdarên Kongra Neteweyî ya Kurd,

Li berahiyê em germtirîn silavên xwe li we dikin û ji bo avakirina van derfetên dîrokî careka dî spasiya xwe li serokê Herêma Kurdîstanê birêz Mesud Barzanî, serokkomarê Iraqê birêz Celal Talebanî û serokê giştî yê KCKê birêz Abdullah Ocalan û hemû beşdarên kongreyê pêşkêş dikin.

Em xwe li beramber sazkirina Kongra Neteweyî ya Kurd li Kurdistanê erkdar û berpirsiyar dibînin û ji bo hindê jî berhev in bi hemû hêz û şiyana xwe di xizmeta vê kongreyê de bin. Di dîroka Kurdistanê de şert û mercên cîhanê û yên gel û welatê me tu carî wek îro kurd nêzîkî azadî û rizgariyê nekiribûn.

Miletê kurd yek ji kevintirîn miletan e yê ku bi hezar salan e li ser axa xwe, li Kurdistanê, li rojhilata navîn dijî. Bi hemû zaravayên xwe, bi kultûr, adet û kevneşopiyên xwe, bi hezar salan e ku li ber xwe dide û hebûna xwe diparêze. Bi taybetî rûdan û pêşketinên ku li van rojan li bakur û rojava raberî me dibin, bi baweriya me, dê kartêkirineka mezin li paşeroja Kurd û Kurdistanê bike.

Hêviya me ew e ku rewşenbîr, rêxistin û siyasetvanên me bi rengekî yekbûyî hemû xirabî û dekûdolabên qîrêj ji neteweyê kurd dûr bixin û rêbertiyê bikin ji bo hemû çand, dîn û çînên miletê me. Em hêvî dikin ev kongre bi şêweyekî demokrat ji bo gelê kurd û miletên Kurdistanê kar bike û ji berjewendiyên hizbî û takekesî dûr bikeve.

Azadî û rizgarî ji berî her tiştî bi yekitiya neteweyî ve girêdayî ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê divê kurd û kurdistanî bikarin yekitiya xwe pêk bînin û îradeya xwe bikin yek.

Pêdivî ye li ser me ku em bi xebata xwe, bi rêxistin û siyaseta xwe dijminên xwe li dinyayê kêm bikin û dostên xwe zêde bikin û divê em li hemû dinyayê bi karê lobby navê xwe bidin nasîn. Her wiha pêwîst e ku têkiliyên bi gelên li Tirkiyê, li Iraqê, li Sûriyê û li Îranê dijîn re jî li ser bingeha rêzgirtina hevdu, li ser bingeha azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê bêne danan û divê li ser vê bingehê siyaseteka neteweyî
bê birêvebirin. Lazim e ku îro miletê Kurd li her çar parçeyan bi awayekî azad li ser axa xwe û li ser bingeha wekheviyê li gel hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn xwe û welatê xwe îdare bike.

Her wisa bi hizira me nabe ku kongre bi tenê bibe kongreya hêzên siyasî yên neteweyî, belku divê kongre nûnertiya hemû beşên civaka kurd û Kurdistanê yên her çar parçeyan bike. Em hêvî dikin kongre nexşeya Kurdistanê, alaya Kurdistanê û sirûda neteweyî ya Kurdistanê wek peymaneke esasî pesind bike da ev peymana bingehîn ji bo hemû kurd û Kurdistaniyên li dinyayê dijîn bibe bingeha yekitiya neteweyî. Divê kongre ji bo serkeftina miletê me yê li rojavayê Kurdistanê bernameyeka taybet ya neteweyî û yekgirtî diyar bike û piştgiriyeka piralî bide berxwedana gelê me yê li rojavayê Kurdistanê.

Bi vê daxwazî û van hêviyên mezin em kurdên li derbideriyê dijîn ji dil û can daxwaza serkeftinê ji bo kongreyê dikin û dubare germtirîn silavên xwe pêşkêşî we dikin. Hêviya me ew e ku ev kongreya mêjûyî bi rengekê serkeftî bê encamdan.

Bijî kurd û Kurdistan, azadî ji bo gelê me yê çewisandî!

Li gel rêz û hurmetên me,

Komîta revebir a
Civaka Kurd li Elmanya 
(Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.) 

15.08.2013